Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 190 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 190 kesên din li herêmê bi vîrûsa Corona ketin û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê, eşkere kir jî ku li beramberî van pêketî û qurbanan, 17 kes jî ji vîrûsê baş bûn.
Bi vê yekê, li giştî herêmê heta niha 6 hezar û 420 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 905 kes baş bûne û 168 jî mirine.