Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser, 4 ciwanên temenbiçûk li malbatên wan vegerandin.
Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Murhef Ebdullah diyar kir ku Nivîsgeh bi hevkariya bi QSD’ê re, 4 ciwanên temenbiçûk li malbatên wan ên li Hesekê û Qamişlo vegerandin.
Ebdullah destnîşan kir ku piştî radestkirina zarokan, nivîsgeh serdana wan dike, da rewşa wan bişopîne.