Li gundewarên Helebê çeteyekî Tirkiyê hat kuştin

Li gundewarên Helebê, di encama êrîşên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, çeteyek hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên Tirkiyê li gundê Tedîl yê gundewarên Rojavayê Helebê topbaran kir.

Li gorî çavdêriyê, di encama topbaranê de, çeteyek hat kuştin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku li Cebel El-Zawiyê ya Idlibê û Sehil El-Xab a Hemayê êrîşên hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk li dar in.

Back to top button