LI IRAQÊ ÇETEYÊN DAIS’Ê ÊRÎŞÎ XANEQÎNÊ KIRIN

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Mehmûd Ezîz ê navçeya Xaneqînê ya Diyale kir û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ji polîsên Xaneqînê hatine girtin, çeteyên DAIŞ’ê şevê din êrîşî gundê Mehmûd Ezîz ê navçeya Xaneqînê yê Diyale kir.

Di encama vê êrîşî de welatiyek birîndar bû.

Her wiha ji ber ku rewşa kesê birîndarbûyî giran bû rakirin Nexweşxaneya Giştî ya Baqûbe ya parêzgeha Diyale.

Di nava sê şevên borî de, ev care duyemîne çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên rojavayê Xaneqînê dikin.

Leave a Reply

Back to top button