Hunermendên Bakurê Kurdistanê bnaga yekîtiya neteweyî dikin

Hunermendên Bakurê Kurdistanê ji bo pêşîgirtina li rûdan şerekî navxweyî yê Kurdan, banga yekîtiyê li hemû aliyên Kurdî kir. Hunermendan her wiha bang li PDK’ê kir ku ragihandina xwe ya arîner rawestîne.

Hewldananên PDK’ê yên dadana agirê şerekî malwêran, hêrsa her çar parçeyên Kurdistanê tev rakiriye.

Dewleta Tirk, dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. PDK jî, di banê parastina berjewendiyan, van planên qirêj bi cih tîne.

Di vê der barê de, hunermendên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan Feratê re axivîn.

Hunermend Azad Bedran da xuyakirin ku xebateke girîng û pîroz ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdî tê meşandin, lê mixabin destên qirêj vê yekê dirûxînin.

Azad Bedran got:

“Hunermend, welatî û civaka Kurd dikarin pêşiya şerekî navxweyî bigirin. Divê Başûrê welêt jî nekeve dava dagirkeran. Eger armanc yekîtî be, divê PDK bûyerên xwe yên arîner rawestîne û ji bo yekîtiyê bixebite, ne bibe asteng.”

Şanoger Perînaz Delazî jî diyar kir ku şerê navxweyî ti carî yekîtî, azadî, aştî û serkeftinê nayîne, pêwîst e ji nû ve êş dernekevin holê.

Perînaz Delazî da zanîn ku hevkariya PDK’yê digel Tirkiyê, dê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bibe sedema qirkirin û rûdana bobelateke nû û wiha anî zimên:

“Li şûna ku PDK ji bo yekîtiyeke neteweyî bixebite, daye dû berjewendiyên kesayetî yên teng.

Divê tavahiya Kurdan, li hemberî polîtîkayên PDK’ê derkevin.

Her wiha divê gavên girîng ji bo yekîtiya neteweyî bên avêtin.”

Partî Demokratî Kurdistan rojane digel hevkarên xwe Tirkan, di nava peywendî û têkiliyan de ye. Piştî Zînî Wertê, herêma Garê jî bû armanca wan. Tirkiye, li şûna xwe, çekdarên PDK’ê li dijî PKK’ê bi kar tîne.

Back to top button