Dewleta Tirk a dagirker gundên Dînartê yên Başûrê Kurdistanê bombebebaran kirin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk duh bi şev gundê Bamişmişan û Şehê yên bi ser bajarokê Dînartê yê navçeya Akrê ya Dihokê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de, malên gundiyan zirer dîtin.
Berî vê bi çend rojan jî, helîkopterên dewleta Tirk a dagirker gundên Sîran, Gerwî Zirara û Herkêla kiribûn armanc.