ME TI ÇETEYÊN DAIŞ’Ê TESLÎMÎ ARTÊŞA IRAQÊ NEKIRINE

Doh rayedarên Iraqê îdîa kirin ku hejmareke ji çeteyên DAIŞ’ê yên di destê şervanên QSD’ê de radestî wan hatine kirin..

Ji fermandarên QSD’ê Ednan Efrînê ragihand ku ti rastiya vê mijarê tine ye û got, wan ti çete teslîmî artêşa Iraqê nekirine..

Ajans Nûçeyan a Reutersê di nûçeyekê de ku sipart agahiyên qeymeqamê Qezayê El Qaim a Iraqê, ragihand ku 150 çeteyên DAIŞ’ê yên di destê şervanên QSD’ê de radestî artêşa vê welatî hatine kirin..

Têkildarî mijarê yek ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrîn agahî dan Ajansa Hawarê..

Ednan Efrînê bi bîr xist ku ji ber hebûna hin sivîlan di destê DAIŞ’ê de, tevgera wan a li nava gundê Baxozê giran birêve diçe û wiha got:

Em niha ji bo tinekirina terora DAIŞ’ê şer dikin. Lê ji bo me ya herî girîng jiyan û ewlehiya mirovên me ên sivîl e.

Tevî zor û zehmetiyan jî me karî heta niha bi hezaran sivîlên li herêmê ji zilam DAIŞ’ê rizgar bikin..

Fermandarê QSD’ê Ednan Efrînê diyar kirin ku hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê yên herêmî û biyanî hewl dan bikevin nava sivîlan û xwe xelas bikin û wiha dewam kir:

Plana van çeteyan biser neket û hemû ji aliyê şervanên me ve hatin girtin.

Li ser îdîaya rayedarên Iraqê a radestkirina çeteyan ji bo artêşa vî welatî jî Ednan Efrîn ev agahî dan:

Hin dezgehên îdîa kirin ku 150 çeteyên DAIŞ’ê ku 13 ji wan Fransî ne teslîmî artêşa Iraqê hatine kirin. Ev bi temamî derew e. Heta niha di navbera me û artêşa Iraqê de ji bo teslîmkirina çeteyan ti diyalog nehatiye pêşxistin.

Eger daxwazeke Iraqê ya bi vî rengî hebe dikarin bi daxwaznameyek fermî li gel deverên QSD’ê yên pêwendîdar biaxivin.

Li ser êrişa bombeyî a li gundê Şihêl, fermandarê QSD’ê wiha axivî:

Wek tê zanîn, di encama êrişa terorê de 15 mirovê bûn qurbanî. Ev jî nîşan dide ku DAIŞ’ê hê jî bi rêya şaneyên xwe ên veşartî hewl dide hebûna xwe dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button