Almanya û NY gefa cezakirinê li Tirkiyê xwar

Ji ber kirinên wê yên li deryayê, Almanya gefa cezakirinê li dewleta Tirk xwar..

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas beriya hevdîtina bi hempîşeyên xwe yên YE re, li ser arandinên ku Tirkiye li herêmê dike axivî.

Maas Tirkiye hişyar kir û got:

Di civînê YE ya meha Kanûnê de, tevgera Tirkiyê wê bide diyarkirin ka biryarek çawa derbikeve.

Maas îşaret bi serdana Erdogan a li herêma Maraş ya Qibrisê jî kir, ku eger hikumeta wî nîşaneyên arandinê yên Erdogan ku li Qibrisê kirî bibînin, wê demê ew ê nîqaşên cuda bikin.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas teqez kir ku di rewşek bi vî awayî de, wê biryara cezakirinê bikeve rojevê.

Li gorî şêwirmenda Alman Angela Merkel, arandinên Tirkiyê dê li ser maseya lûtkeya YE ya Kanûnê be.

Wezîrê Derve yê YE Joseb Borrell jî daxuyaniyên Tirkiyê yên dawî der barê Qibrisê de, weke biryarên li dijî NY bi nav kir û gefa birîna cezayan dubare lê xwar.

Back to top button