Yûnanîstan..Atîna dixwaze balefirên F-35 ji DYA bikire

Yûnanîstan li dijî Tirkiyê ji bo li derya Spî hêzê bidest bixe, daxwaza kirîna balefirên F-35 kir.

Di meha Îlonê de, Yunanîstanê bernameya xwe ya herî mezin ya di aliyê leşkerî de eşkere kiribû.

Niha jî Atîna dixwaze 24 balefirên F-35 ji DYA bikire.

Li gorî desgehên ragihandina Yûnanî piştî kirîna van balefiran wê Atîna li pêşberî Enqere, hêzê bidest bixe.

Beriya niha Yunanîstan ji Fransa jî 18 balefirên Rafale kiribû.

Her çiqasî hikumeta Yunsnîstanê bûtçeya li ser darayîya ji bo leşkerî diyar nekiribe jî lê ji alavên leşkerî yên hatine kirîn diyar dibe ku ev yek wê bigihêje 10 milyar dolarî.

Ji ber Tikiye sîstema parastinê ya S-400 ya Rûsiya kirîbû, DYA ew ji programa F 35’an derxistibû.

Back to top button