Desteya Tenduristiyê: 58 kes bi vîrûsê ketin û 4 jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 58 bi vîrusa Coronayê ketin û 4 jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine mêr in, ku 2 ji Qamişlo, yek ji Hesekê û yê din ji Dêrikê ne.

Mistefa diyar kirin ku 58 pêketeyên nû yên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin tomarkirin, 31 mêr û 27 jin in û li van herêman in:

14 Hesekê

11 Dêrikê

15 Qamişlo

1 Amûdê

1 Girkê Legê

1 Dirbêsiyê

2 Çilaxa

2 Dêrazor

11 Şehba

Mistefa bi bîr xist ku 27 kesên nû rewşa wan baş bûye.

Li gorî van daneyan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê bû 6 hezar û 478, hejmara miriyan jî bû 172 û hejmara kesên baş bûne bû 932.

Back to top button