WÊ 200 ESKERÊN ME WEKE HÊZA AŞTIYÊ LI SÛRÎ BIMÎNIN

Rêveberiya Washingtonê biryar da ku 200 eskerên xwe weke hêza aştiyê li Sûrî bihêlin…

Lê têkildarî herêmên ku wê ev esker lê bicih bibin ti agahî nehatin dayîn..

Têkildarî biryara Emerîkayê ya vekişîna ji Sûrî, berdevka Qesra Sipî Sara Sanders daxuyaniyek da..

Sanders ragihand ku 200 eskerên Emerîkî wê li ji bo demeke nediyar li Sûrî bimînin…

Li gorî berdevka Qesra Sipî, eskerên behsa wan tê kirin wê weke hêza aştiyê tevbigerin..

Beriya biryarê, doh di navbera serokê Emerîkayê Donlad Trump û serok-komarê Tirk Erdogan de pêwendiya telefonî pêk hat..

Qesra Sipî îdîa kir ku herdû alî li ser mijara herêma bi ewle axivîne..

Leave a Reply

Back to top button