YE: Daxuyaniyên Erdogan rageşiyê gurtir dike

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, têkildarî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Erdogan got ku rageşiyê gurtir dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana bakurê girava Qibirsê ya ku ji aliyê Qibrisiyên Tirk ve tê birêvebirin kiribû û banga avakirina du dewletên wekhev li Qibrisê kiribû.

Li gorî Reutresê, Borrell piştî civîna ligel wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê di kongreyeke çapemeniyê de got:

“Nêzîkatiyên dawî yên Tirkiyê û daxuyaniyên wê yên dawî yên derbarê Qibrisê de li djiî biryarên Neteweyên Yekbûyî ne û rageşiyê gurtir dikin.”

Borrell bi domdarî got:

“Em dibînin ku girîng e Tirkiye fêm bike ku nêzîkatiyên wê, wê ji tevlîbûna YE’yê bi dûr dixe.

Ji bo vegera li atmosfêrên erênî wekî çawa em hêvî dikin guhertineke radîkal di xeta ku aliyê Tirkiyê dişopîne, pêwîst e.”

Yekîtiya Ewropayê careke din ji ber kiryarên wê yên vekolandinê yên neqanûnî li rojhilatê Deryaya Spî, gefa ferzkirina cezayan li Tirkiyê xwar.

Back to top button