Hemwextî êrîşan, artêşa Tirk 100 m dûrî rêya M4 ku di kêleka navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe, dest bi avakirina cihên leşkerî kiriye.
Artêşa dewleta Tirk duh 2 gundên Şehbayê û gundê Seyda yê gundewarê Bakurê navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.
Li kêleka van êrîşan jî, niha li nêzî kampa Eyn Îsa û 100 m dûrî rêya M4 ku di ber navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe, dest bi avakirina cihên leşkerî kiriye.
Avakirina baregeha leşkerî piştî topbarankirina taxên Bakurê bajarokê Eyn Îsayê bi 2 rojan pêk tê.
Di heman demê de, artêşa Tirk li gundê Merdûd ê kantona Girê Spî ya dagirkirî jî, xendekan dikole û cihên leşkerî ava dike.