“Divê zarok nebin qurbanên polîtîkayên şer ên dewletan”

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî, Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser, Koordînasyona Kongreya Star û Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de, hat diyarkirin ku ji b ber şer û pevçûnên berdewam, bi hezaran zarokan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Her wiha hate bangkirin ku divê zarok nebin qurbanên şerên dewletan. 

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û diyar kir ku di şerê li Sûriyê de, yên herî ziyan dîtine zarok in û ji gelek mafên xwe bêpar man.

Nivîsgehê bi bîr xist ku ji ber şer û pevçûnên berdewam, bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

Nivîsgeha Parastina Zarokan teqez kir ku ew ê heta dawiyê bi erka xwe rabin da zarok bi ewlehî û aramî bijîn.

Koordînasyona Kongreya Star jî ji bo heman boneyê daxuyaniyek da..

Koordînasyonê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker nahêle zarokên herêmê di nava ewlehî û aramiyê de bijîn û eşkere kir ku li Sûriyê bi sedan zarok bi êrîşên DAIŞ û çeteyên dewleta Trik hatine kuştin û bi sed hezaran koç bûne.

Kongreyê, Erdogan berpirsiyarê sereke yê vê yekê bi nav kir, ku destpêkê bi destê DAIŞ, paşê jî yekser bi xwe êrîşî herêmê kir.

Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku ji bo parastin û pêşvebirina mafên zarokan ew ê xebatên xwe berfireh bikin.

Di heman çarçoveyê de, Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê jî gotina xwe hebû û anî ziman ku li Tirkiyê di navbera salên 2010-2018’an de, ji ber bêmafiya li hembarî zarokan 153 hezar û 250 doz hatine vekirin.

Komîteyê bang li NY’ê kir ku li hember kirinên dewleta Tirk ên li dijî zarokan û bi taybet zarokên Kurdan, bêdeng neminîn.

Di dawiya daxuyaniyan de, hat teqezkirin ku divê zarok nebin qurbanên siyasetên şerên dewletan.

Back to top button