Nîlûfer Koç: Divê PDK hêzên xwe ji qadên gerîla bikişîne û Tirkiyê ji Başûr derxîne

Berdevka Komîsyona Karên Derva ya KNK’ê Nîlufer Koç diyar kir ku divê hemû Kurd xwedî yek helwest bin û bang li PDK’ê bikin ku hêzên xwe bi paş de bikişîne, yên dewleta Tirk jî ji Başûrê Kurdistanê derxîne û nehêle şerênavxweyî pêk were.

Têkildarî aloziya Başûrê Kurdistanê û hewldanên derxistina şerekî navxweyî, berdevka Komîsyona Karên Derva ya KNK’ê Nîlufer Koç ji ajansa nûçeyan Hawarê re axivî.

Nîlufer diyar kir ku tevî desthilata AKP-MHP’ê armancên xwe yên li Başûrê Kurdistanê venaşêre jî, lê PDK hîn piştgiriyê dide wê û got:

“Gelek caran Erdogan dibêje hebûna Kurdistana federal a Iraqê ji bo me pirsgirêk e.

Tevê vê rastiyê jî, PDK îro destûr daye Tirkiyê da bi dehan baregehên xwe li Başûr ava bike”.

Berdevka KNK’ê da zanîn ku çawa Tirkiyê bi rêya çeteyan hewl dide destketiyên Rojava ji holê rake, îro bi heman konseptê li Başur jî xistiye meryetiyê.

Nîlufer Koç, AKP weke desthilateke lawaz pênase kir û bang li PDK’ê kir ku pişta xwe nede wê û ji bo metirisya encamên şerê navxweyî jî hişyarî da, ku:

“Divê hemû Kurd xwedî helwest bin û bang li PDK’ê bikin hêzên xwe bi paş de bikişîne û yên dewleta Tirk jî derxîne”.

Nîlûfer Koç: Eger yekîtî pêk bihata wê ev tişt neqewimiya

Berdevka Komîsyona Karên Derva ya KNK’ê bi bîr xist ku eger kongreya neteweyî di sala 2013’an de bihata lidarxistin, dê rewşa Kurdan ne wiha bûya û got:

“Eger Mesûd Barzanî guhê xwe nedaba hêzên derve, wê rewşa me cuda bûya.

Li Rojava ew qas şehîd wê nehatibana dayîn, Şengal bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû nedima.

Divê şewireke Kurdî ya giştî çêbibe.

Eger PDK bi israr neyê xebatên kongreya neteweyî, divê em bibêjin bêyî te jî dibe.”

Back to top button