Mirovê herî temendirêj Ehmed Sofî di 138 saliya xwe de koça dawî kir

138 salan jiya û piştî ev qas sal, ne bi nexweşiyê, bi awayekî asayî koça dawî kir. Kurdê bi navê Ehmed Sofî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bû mirovê herî temendirêj di cîhanê de..

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (ÎRNA), ragihand ku Ehmed Sofî di 18’ê Mijdarê de li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî temenekî dirêj jiyana xwe ji dest da.

Li gorî, qeyda nifûsê, Sofî sedsala 19’an, 28’ê Sibata 1882’an de ji dayîk bûye.

Berî Sofî, Jeanne Calment a ji Fransayê ku 122 salan jiya, pîvana temendirêjiyê li ser asta cîhanê şikandibû.

Lê belê Ehmed Sofî yê Kurd, êdî cihê xwe di nava mirovên herî temendirêj ên cîhanê de girt.

Sofî zarokên wî bixwe tune bûn, lê 4 zarok xwedî kiribûn.

Hêjayî gotinê, Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê bi temendirêjiya xwe tên naskirin û gelek ji wan digihêjin 100 salî.

Back to top button