Faris Herbo: Êzidî êdî desthilatdariya kesî qebûl nakin

Endamê şandeya Şengalê û Berdevkê Têkiliyên Derve yê Meclisa Xweser a Şengalê Faris Herbo diyar kir ku hêzên wan di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin, li şûna lêborînê ji Êzidiyan bixwazin, hewl didin rêxistina heyî ya Şengalê belav bikin û got, “Êzidî êdî desthilatdariya kesî qebûl nakin.”

Endamê şandeya Şengalê û Berdevkê Têkiliyên Derve yê Meclisa Xweser a Şengalê Faris Herbo der barê rewşa dawî ya herêmê ji ajansa nûçeyan “Firatê” re axivî.

Faris Herbo da zanîn ku piştî têkbirina DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve, îro hêzên herêmê dixwazin destketiyên Kurdan ji holê rakin.

Herbo got:

“Piştî ew qas karesat, êş û jana vê civaka birîndar, divê di serî de PDK baş bizane ku Şengal ne Şengala berê ye.

Hêzên ku xelkên Şengalê di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin, dewsa lêborînê bixwazin, niha bi peymanan dixwazin xelkê Şengalê ji holê rakin.

Herbo bang li keç û xortên civaka Êzidî kir ku:

“Divê her kes ji aliyê leşkerî, bireveberî, siyasî û hwd xwe bi rêxistin bikin û bila kes hesabê beriya 2014’an neke.”

Faris Herbo da zanîn ku Êzidî bê xêretiyê qebûl nakin û ji ber polîtîkayên PDK’ê, heta niha weke girtîgeke servekirî di kampên Başûr de mane.

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Meclisa Xweser a Şengalê di dawiyê de teqez kir ku Êzidiyên heta niha vegeriyayî, ne bi desteka hikûmeta Hewlêrê, ne ya Bexdayê û ne jî ya hêzên navneteweyî, belê bi derfetên xwe vegeriyane, ji ber Şengal êdî aram e.

Tê zanîn, di 9′ Cotmehê de hikumeta Bexda û PDK bi desteka dewleta Tirk planek nû li ser Şengalê gerand û ji bo birêvebirina wê di aliyê ewlehî û rêveberiyê de bêyî ku nêrîna civaka Êzidî bigire, peymanek îmze kir.

Back to top button