Pompeo: Girên Colan beşekî xaka Israîlê ne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana Girên Golan kir û ew weke beşekî xaka Îsraîlê dît.

Di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo Ewropa û Rojhilata Navîn de, duh, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo çû Colanê.

Pompeo li wir axivî û anî ziman ku ev der beşekî xaka Îsraîlê ye û eger bikeve destê rejîma Suriyê, wê ziyan bigihe Îsraîl û welatên Rojavayî.

Bi vî awayî, Pompeo bû yekem rayedarê payebilind yê Amerîka ku serdana Girên Golanê dike.

Ajansa nûçeyan SANA ya hikumeta Şamê jî li ser zimanê raydarekî Wezareta Derve, ragihand ku hikumeta Şamê bertek nîşanî vê serdanê daye û bi tundî ew şermezar kiriye.

Back to top button