ERDOGAN DIXWAZE LI SÛRÎ RÊVEBERIYEKE ÎXWAN MUSLIMÎN AVA BIKE

Berdevka serokê Sûrî Beşar Esed, Buseyna Şaban ragihand ku serok-komarê Tirk plan dike ku Îxwan Muslimîn li Sûrî bike beşek ji rêveberiyê.

Şaban diyar kir ku wan biryar daye Idlibê kontrol bikin û got, Erdogan wê nikaribe li Bakurê Sûrî herêmeke ewle ava bike.

Şêwermedan Beşar Ese, Buseyna Şaban ji televizyona Meydayîn re aixvî û behsa planên dewleta Tirk ên li ser Sûrî kir..

Buseyna Şaban bi bîr xist ku Erdogan beriya şerê li Sûrî destpêbike jî her tim hewl da rêxistina Îxwan Muslimîn bike beşek ji rêveberiya welat û wiha got:

Erdogan xwest vê yekê li hin welatên din jî bike. Welatê me xwedî rêveberiyeke Sekuler e û wê ti carî rê nede hebûna partiyên dînî..

Serok-komarê Tirkiyê niha jî dixwaze vê projeya xwe li ser Sûrî ferz bike lê wê bisernekeve.

Li ser peymana Edenê ya ku serokê Rûsya Pûtîn daxwaza nûkirina wê kiribû jî Buseyna Şaban wiha got:

Armanca ji daxwaza Rûsyayê ew e ku hedefa Tirkiyê ya avakirina herêma ewle were astengkirin.

Buseyna Şaban îdîa kir ku wan û Rûsya biryara kontrolkirina bajarê Idlibê dane û got, destpêkirina operasyonê tenê mijara demê ye..

Leave a Reply

Back to top button