Li Yûnanistanê welatiyek Sûrî bi gumana hevkariya bi DAIŞ’ê re hat girtin

Li Yûnanistanê, welatiyekî Sûrî ku gumana alîkariya wî bi DAIŞ’ê re hebû, hat girtin.

Hêzên Ewlekariyê yên Yûnanistanê ragihand ku duh hêzên wan li kampa Penaberan a li Atînayê welatiyekî Sûrî girtiye ku gumana alîkariya wî bi çeteyên DAIŞ’ê re hebû.

Her wiha hate diyarkirin ku kesê hatiye girtin, bi hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re mikur hatiye.

Li gorî polîsên Yûnanistanê, ev kes di 28 Adara 2020 derbasî Atînayê bûye û di vîdyoyek çeteyên DAIŞ’ê de hatibû dîtin.

Back to top button