Li goristana bêkesan jinan şitlên daran çandin

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê û kampanya “Jin jiyane, jiyanê nekuje” de jinan 30 şitlên daran li ser goristana bê-kesan a Silêmaniyê hatin çandin. Her wiha Jinên Ciwan li kolanên Silêmaniyê li ser dîwaran wêneyên jinên pêşeng ên ku şehîd bûne xêz kirin.

Di çarçoveya çalakiyên kampanya “Jin jiyane nekuje” de 30 şitlên daran li ser goristana bêkesan hatin çandin.

Di çalakiyê de çalakvanên mafên jinan, rêxistinên jinan û jinên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê tevil bûn.

Têkildarî çalakiyê Endama kampanyê Kejal Ebdulqadir da zanîn ku ewê hîn zêdetir şitlan li ser goristanê biçînin û got:

Hukumet bîlançoya jinên hatine kuştin eşkere nake, nebûna nasnameyan li ser goran, binpêkirineke li dijî jinan tê kirin.

Gorên bêkesan di nava Goristana Girê Seywan a Silêmaniyê de ne.

Di nava van goran de jinên ku hatine kuştin û malbatên wan xwe lê nekirine xwedî, bi biryara dadgehê ji aliyê şaredariyê ve hatine veşartin.

Zêdetirî 100 gor di nava goristanê de hene û li ser kêlên van goran ti nasnameyek nehatine nivîsîn.

Jinên ciwan li ser dîwaran wêneyên jinên pêşeng ên şehîd xêz kirin

Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê jî di çarçoveya pêngava ”Em dibêjin NA” û çalakiyên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de dest bi çalakiyan kirine.

Jinên Ciwan li kolanên Silêmaniyê wêneyên jinên pêşeng ên ku li deverên cuda yên Kurdistanê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hişmendiya mêr a serwer ve hatine kuştin li ser dîwaran xêz kirin.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer danxuyakirin ku ew vê çalakiya xwe diyar tevahî jinên hatine kuştin dikin.

Back to top button