HPG: Dewleta Tirk ji bo ku herêmê vala bike gundan bombebaran dike

Dewleta Tirk ya dagirker bê navber êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Her carê jî sivîl dibin hedefa êrîşan.
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji bo herêmê vala gundan bombebaran dike û bi awayekî eşkere sûcê şer dike. HPG’ê diyar kir bi rêbaz û taktîkên serdema nû ya gerîla, teknîka dewleta Tirk ya şer a herî pêşketî hatiye pûçkirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hêceta hebûna gerîlayan bê navber gund û çiyayên başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Heta niha ji ber van êrîşan bi dehan sivîl şehîd bûne û mal û milkên wan jî wêran bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xitimiye, bi rêbaz û taktîkên serdema nû ya gerîla, teknîka wî ya şer a herî pêşketî hatiye pûçkirin, vê carê bi balafirên şer bombeyan li gundên gelê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne.

HPG’ê da zanîn ji bo ku dewleta Tirk a dagirker çavê gel bitirsîne û ji bo gundên xwe biterikîne, bi zanebûn bombeyan li warên sivîlan dibarîne û bi rengekî eşkere sûcê şer dike.

HPG’ê bang li gel kir ku li ber van pîlanên dewleta Tirk rabe û helwestê nîşan bide.

HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên ku pêk anîne ev agahî parve kir:

“18’ê Mijdarê li herêma Metînayê bombe li gundê Bîgdadê ya li nehiya Kanî Masî barand. Ji ber vê bombebaranê ji wî gundî du welatiyên me birîndar bûn ku rewşa yekî giran e.

18’ê Mijdarê li herêma Garê derdora gundê Bêbadê û Newala Şirêlkê hatin bombekirin.

18’ê Mijdarê li herêma Garê gundê Tiyê yê ser bi navçeya Akrê hate bombebarankirin. Ji ber vê bombebaranê xisar li mal, bax û baxçeyên gelê herêmê bû.

19’ê Mijdarê li herêma Xakurkê qada Sinînê 7 caran, qada Goşînê 6 caran û derdora Çemê Lolanê jî 4 caran hatin bombebarankirin.”

Back to top button