Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hikûmet û dezgehên dadê yên Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku kesên li Behdînan hatine binçavkirin bê merc werin berdin.
Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî çalakger û rojnamegerên ku li Behdînan ji ber raperîna li dijî dagirkeriya Tirk hatine binçavkirin daxuyaniyek da.
Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de got:
11’ê Sibatê Dadgeha Dihokê, dema binçavkirina çend kesên ku hatin binçavkirin dirêj kir.
Her wiha çend kes birine Dadgeha Dêrelokê, ji ber sedema ‘taybetmendiya cih.’
Dosyeya binçavkirina 6 kesên din li Dihokê hiştin.
KNK’ê balkişand ser dagirkeriya Tirk a li herêma Başurê Kurdistanê û wiha domand:
“Kesên hatine binçavkirin li dijî dagirkeriya artêşa Tirk nerazîbûn nîşan dane ku dagirkeriya Tirkiyê li ser jiyan û aramiya xelkê herêmê bûne metirsî. Li gorî daneyan tenê di nava 4 salên borî de, 823 caran bi rêya balafiranên Tirkiyê xaka Herêma Kurdistanê hatiye bombebaran kirin û zêdetir 20 welatiyan jiyana xwe ji dest dane”.
KNK’ê destnîşan kir, kesên hatine binçavkirin dadgehê ew xistine dosyayek siyasî û got:
Ti bingehên xwe yên yasayî nîne.
Divê li gorî yasaya hejmara 11 ya sala 2010’an a rêxistinkiina xwepêşandana nêzî wan kesan bibin.
Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê herî dawî ev bang kir:
Em daxwazê ji hevnîştimanên Başûrê Kurdistanê dikin ku nehêlin mafên sereke ji aliyê ti dezgehekî ewlehiyê û siyasî ve werin binpêkirin.
Divê têkoşînek piralî were kirin.