YPG: Li Hesekê 4 endamên şaneyên veşartî hatin girtin

Yekîneyên Antî Teror duh li rojevayê Hesekê bi operasiyonekê 4 endamên şaneyên veşartî ya hikûmeta Şamê girtin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

YPG’ê ragihand ku duh li rojavayê bajarê Hesekê Yekîneyên Antî Teror operasyon li dar xist.

Hat gotin, di vê operasyonê de 4 endamên şaneyên veşartî hatin girtin. Navên wan wiha ne,

Hatem Salih El-Kre’s endamê şaneyek veşartî ya hikûmeta Şamê ye û têkiliya wî bi DAIŞ’ê re heye,

Ehmed Mihemed El Kre’s, endamê şaneyek veşartî ya hikûmeta Şamê ye,

Uday Salih El-Kre’s û Samî Mihemed El Kre’s.

YPG’ê ragihand ku di vê operasyonê de miqdarek cebilxane û amûrên teknîkî jî hatin desteserkirin.

Back to top button