Etiyopya..NY plansaziya pêşwazîkirina 200 hezar koçberî dike

Li herêma Tigray şerê di navbera hêzên Etiyopya û Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê de dijawar dibe.
Hêzên Tîgrayê herêmên cîran yên Amhara da ber topan.
Di vê navberê de, Etiyopya li dijî çapemeniyê jî biyarên tund digre.
NY jî ji bo pêşwazîkirina 200 hezar koçberan amadekariyan dike.

Ji despêka meha Mijdarê ve li welatê Etiyopya yê dikeve rojhilatê naverasta parzemîna Efrîqayê alozî zêde bûye.

Êrîşên artêşa Etiyopya ku 4’ê Mijdarê li dijî Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê dayî despêkirin bi dijwarî didome.

Herî dawî Etiyopyayê ragihand ku hêzên Eniya rizgariyê herêma cîrahê Tîgray ya Ahmarê dane ber topan.

Navenda Ragahandina Hikumeta Amhara ev yek piştrast kir ku diyar kir ku di saet 01:40’an de hêzên Eniya Rizgariya Gel A Tîgrayê hewanek avêtine Bahir Dar.

Hikumetê dazanîn ku tiştek bi kesî ne hatiye.

Lê di 9’ê Mijdarê de hatibû dîtîn ku li nêzî sînorê Tîgrayê çekdarên herêma Ahmara li maşîneyan siwar bûbûn û berê xwe dabûn herêmê.

NY ragihan ku ji ber êrîşên di nava 2 heftenên dawiyê de zêdeyî 30 hezar koçber derbasî Sûdanê bûne.

NY ji fikarên xwe yên li ser rewşa li herêmê anî ziman û ragihand ku ew planên amadekariyên pêşwazîkirina 200 hezar koçberî dikin.

Ji bo vê yekê jî banga alîkariyeke 200 milyon dolar hate kirin.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî jî dibêje ger rewşa li herêmê di demek kin de neyê çareserkirin wê rewşa koçberan û jimara zede ya wan rewşa Sûdanê jî bêxe metirsiyê.

Beriya niha Şêwirmendê ji rawestandina Qirkirinê yê NY û Şêwirmendê Taybet yê Parastina Sivîlan yê NY bi daxuyaniyekê balkişandin li ser metirsiya li Tîgrayê û gotin:

Li Etiyopya rewşa metirsiydar ya li herêmê hîna di asta herî bilind de ye.

Li welat zexta li ser çapemeniyê jî zêde bûye.

Çapemeniya cihanê ya ku dixwaze rewşa li herêmê bi raya giştî ya cihanê re parve bike bûye hedefa hikumeta Etiyopyayê.

Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed zexta li ser çapemeniyê zêde kir û ajansa Reuters jî dinav de beşek çapemeniya li welat hişyar kir.

Back to top button