Şervanên QSD’ê li Rojhilatê Dêrazorê li aliyekî bi tinekirina terora DAIŞ’ê re mijûl dibin li aliyê din sivîl û hejmarek ji şervanên ku beriya niha dîl hatin girtin rizgar dikin.
Herî dawî QSD’ê bi operasyoneke taybet 3 şervanên xwe ên dîl azad kirin.Di Pêngava Bagera Cizîrê de, 3 şervanên QSD’ê dawiya sala 2018’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin.
Şervanên binavê Ehmed Eymen Qeyas ê ji bajarê Humsê, Mihemed remedan El Hemûd û Mihemed Ebdulrehamn Selama ên ji Reqayê nêzî 4 mehan dîl di destê çeteyan de bûn.
Hevalên wan ên şervan ku ji 11’ê Îlona 2018’an ve Qonaxa Dawî a pêngavê birêve dibin, bi operasyoneke taybet ew rizgar kirin.
Şervanên hatin rizgarkirin bi kêfxweşî ji aliyê hevalên xwe ve hatin pêşwazîkirin.