Fransa ji bo Qerebaxa Jorîn çavdêriya navnetewî xwest

Fransa ji bo rewşa li Qerebaxa Jorîn xwest ku hêzên biyanî vekişin û rewş di bin çavdêriya navnetewî de be.

Serokkomariya Fransayê xwest ku agirbesta li Qerebaxa Jor ku dewleta Tirk û Azerbaycanê bi çeteyan dagir kiriye ji hêla civaka navnetewî ve were çavdêrîkirin.

Di daxuyaniya ji hêla Qesra Elyesêe ve hatî dayin derheheqê hevdîtinên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron yên bi serokên Azerbayan û Ermenîstanê re kirî agahî hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin divê ji bo parastina gelê Qerebaxa Jor agirbest weke fersendê were bikaranîn.

Back to top button