Li Efxanistanê, rêzeteqînin pêk hatin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn.
Li navenada Kabûlê paytexta Efxenistanê îro dengê rêzeteqînin li cihekî sivîlan hat bihîstin.
Çavkaniya van dengan jî, ketina mûşekan bi ser herêma Kesk û taxên bakur ên paytextê bû..
Li gorî agahiyên destpêkê, di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûne.
Li Efxanistanê tevî ku Tevgera Talibanê di danûstendinên xwe yên bi Amerîkayê re diyar kiribû ku ew ê êrîşên xwe rawestîne, lê hîna rojane ev êrîş hene.