Netherlands jî amadekariya qedexekirina Gurên Boz dike

Piştî Almanyayê, Netherlands jî ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku Tevgera Gurên Boz a Tirk li tevahiya Ewropayê bê qedexekirin.

Partiyên desthilat û opozisyonê yên Netherlandsê, pêşnûmeyek pêşkêşî parlemena welat kir da tevgera Gurên Boz bê qedexekirin.

Pêşnûme ji aliyê 3 partiyên hevpeymanên desthilatê û Partiya Sosyalîst a di opozisyonê de hatiye pêşkêşkirin û li Meclisa Nûneran a 150 endam, bi 147 dengan hate qebûlkirin.

Li gorî pêşnûmeya her çar partiyan, tevgera Gurên Boz bi salan e li Netherlands xebatên nîjadperest û tudnrewiyê meşandine.

Piştî rûdana gelek bûyerên tundrewî û nijadperestiyê li Ewropayê, Fransa û Awisturya ev tevger qedexe kir, Almanya û niha Netherlands jî vê qedexekirinê lêkolîn dikin.

Tevgera Gurên Boz yekser girêdayî desthilata Tirkiyê ye û gelek bûyerên kuştin û nijadperestiyê li dijî Kurd û Ermanan kirine.

Back to top button