Koalîsyona Ereban 2 dronên Hûsiyan anîn xwarê

Li Yemenê, Koalîsyona welatên Ereb 2 dronên Hûsiyan anîn xwarê.

Berdevkê hêzên parastinê yên koalîsyona Ereban Tirkî El-Malikî ragihand ku hêzên parastinê dronek ku ji aliyê hêzên Hûsî ve hatibû avêtin,
rûxand.

El-Malikî her wiha diyar kir ku koalîsyonê duh jî droneke Hûsiyan kir armanc.

NY Banga alîkariyê ji bo Yemenê kir

Li aliyeke di jî, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres banga alîkariyê ji bo Yemenê kir, ku eger bi lezgîn gaveke neyê avêtin, dibe bi milyonan kes jiyana xwe ji dest bidin.

Guterres daxwaz kir ku her welatek li gorî derfetên xwe alîkariyê bide.

Li gorî lêkolîneke Bernameya Xwarinê ya Cîhanî/ WFP’ê, bi kêmanî 17 milyon mirov li Yemenê bi bircîbûneke giran re rû bi rû ne.

Back to top button