Sîhanok Dîbo: Divê ENKS’ê ji bo lewazkirina rola Tirkiyê li herêmê bixebite

Nûnerê MSD’ê yê li Misirê Sîhanok Dîbo serdana ENKS’ê ya bo dewleta Tirk metirsîdar dît û diyar kir ku ev serdan ne li gorî şert û qonaxên diyalogên Kurdî-Kurdî ne. Dîbo bang li ENKS’ê kir ku hesabên xwe vegerîne, da rola Tirkiyê li herêmê were lewazkirin.

Di demekê de ku ji bo yekîtiya Kurdî kar û xebat tên kirin û çavên gel li encamekê ye, ENKS’ê astengiyan derdixe û têkiliyên xwe bi dijminê Kurdan re xurttir dike.

ENKS’ê tevî ku rastiya dijminatiya dewleta Tirk li dijî Kurd û destekftiyên wan dizane jî, lê serî ji Enqereyê qut nake.

Nûnerê MSD’ê yê li Misirê Sîhanok Dîbo ev serdana vê dawiyê ya ENKS’ê, ne li gorî qonax û pîvanên diyalogên Kurdî-Kurdî dît.

Dîbo yekser jî sedema astengirkirina diyolga Kurd-Kurdî, li destwerdana dewleta Tirk li aloziya Sûriyê vegerand.

Dîbo dibêje;

“Tevahî dewletên erebî û Yekîtiya Ewropayê teqez dikin ku rola Tirkiyê li gelemperiya herêmê xeter e û divê were lawzakirin.”

Li gorî Dîbo, serdana ENKS’ê ya Enqere û hevdîtina wê digel rayedarên Tirk, xurtkirinê dide rola Tirkiyê û wê lawaz nake.

Lewra Nûnerê MSD’ê yê li Misirê Sîhanok Dîbo bang li ENKS’ê kir ku hesabên xwe vegerîne û li rola Kurdan a li Sûriyê binêre, ji ber ew roleke sereke dilîzin.

Back to top button