Fermandarên QSD’ê bi Koalîsyona Navnetewî li Dêra Zorê civiyan û rewşa ewlehî nîqaş kirin.
Li Dêra Zorê duh jimareke fermndarên QSD’ê bi nûnerên Koalîsyona Navnetewî re civînek pêk anî.
Di civînê de, dosya ewlehî ya parastina ewlehî, aramiya welatiyan û destkeftiyên gel hatin gotûbêjkirin.
Her wiha pêwîstî bi hevkariya di navbera QSD, hêzên koalîsyon û Asayîşê de, ku ewlehiya li herêmê baştir bibe, hat dîtin.
Nûnerên Koalîsyonê jî piştgiriya xwe bi QSD’ê ji aliyê lojistî û leşkerî ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ’ê anî ziman.
Di civînê de me gelek mijar nîqaş kirin.
Ji wan; têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û piştgiriya hêzên leşkerî.
Her wiha li ser armankirina rûspî û endamên saziyên meclisa sivîl di demên dawî de hatin rawestandin.
Koalîsiyonê teqez kir ku ew ê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk di aliyê lojstîk, leşkerî û her warî de, bikin.