Lûtkeya G20 îro li Erebistana Siudî dest pê dike,

Li Erebistana Siûdî gera 15’an a Lûtkeyên Koma 20’an (G20) der barê gelek mijarên girîng de, îro dest pê dike.

Ger, wê bi serkêşiya Şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîn bi rêya onlinê re dest pê bike.

Her wiha wê serokê Amerîkayê Donald Trump, serokên gelek dewletan, rêxistinên navneteweyî û herêmî lê amade bibin.

Di lûtkeyê de, wê mijara sereke Corona û rêyên sînorkirina belavbûna wê, enerijî, avhewa, aborî, tenduristî, fêrkirin û dozên girêdayî Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, li ser masyê bin.

Tê payîn, lûtke heta sibe Yekşemê bidome.

Koma 20an an jî G20 ji 1999 ji ber qeyranên darayî hat damezirandin.

Ev forum, sê ribê bazirganiya cîhanê temsîl dike.

Back to top button