6000 kes ji kampa Holê hatin derxistin û 300 kes jî hefteya bê derdikevin

Jimara kesên Sûrî yên ku bi biryara Rêveberiya Xweser û bi kefaleta şêx û rûspiyan ji kampa Holê derketine, gihaşt 6 hezar kesî û ji bo derketina qefeleke di, amadekarî tên kirin û hefteya bê wê 300 kes wê ji kampê werin derxistin.

Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê ye, ji bo pêşwaziya penaberên ji ber şerê Kendavê yê 1991an, hat avakirin.

Ji ber şerê li Sûriyê jî, gelek malbatên Sûrî û her wiha bi hezaran malbatên DAIŞê yên Sûrî, Îraqî û biyanî yên xwe radestî QSD’ê kiribûn, li kampa Holê hatin bicihkirin.

Rêveberiya Xweser ji bo kêmkirina jimarên koçberan, bi şêxên êlan ên herêmê re heva-hengiyek kir, ku çi kesê tiliya wan di rijandina xwînê de tune ye, werin derxistin.

Hezîrana 2019an 800 jin û zarokên ji Reqayê hatin derxistin.

Paşê 27 qeflên din ên koçberên Dêra Zor, Reqa û Tebqayê derketin.

Bi giştî di 2019an de 4789 kes ji Kampa Holê hatin derxistin.

Bi heman armancê, 5’ê Cotmeha borî, Rêveberiya Xweser li gel Meclisa Sûriya Demokratîk, biryara derxistina malbatên Sûrî yên koçber da.

Destpêkê 32 malbat (117 kes) ên Reqa hatin derxistin.

16’ê Mijdarê 120 malbatên Dêra Zorê (515 kes) derketin.

Li gorî rêveberên kampa Holê, “Hefteya bê wê 75 malbatên din werin derxistin”.

Bi giştî heta niha 1211 kes ji kampa Holê hatine derxistin.

6451 malbatên Sûrî li kampê mane.

8209 malbatên penaberên Îraqî li wir in.

Malbatên biyanî jî 2778 malbat hene.

Back to top button