20 maşîneyên din ên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Dewleta Tirk a dagirker hîna çekan dişîne Idlibê û herî dawî 20 maşîneyên din derbas kirin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 20 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Li gorî Çavdêriyê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bûye zêdeyî 7 hezar û 440.

Her wiha zêdeyî 12 hezar leşkerên xwe jî, li Idlib û gundewarê Helebê bi cih kirine.

Back to top button