DEWLETA TIRK A DAGIRKER DESTWERDANA XWE LI KERKÛKÊ ZÊDETIR DIKE

Destwerdana dewleta Tirk ya li ser Kerkûkê di qonaxên metirsîdar de ye.

Sefîrê Tirkiyeyê li Iraqê Fatîh Yildiz duh serdana Kerkûkê kir.

Fatîh Yildiz piştre li gel Waliyê bi wekalet Rakan Ciburî û berpirsên Eniya Tirkmen re serdana Qişleya Kerkûkê kirin.

Fatîh Yildiz di serdana xwe de eşkere kir ku ew amadene Qişleya Kerkûkê nûjen bikin.

Ji ber wê jî dewleta tirk dixwaze bi wê hincetê hebûna xwe li Kerkûkê zêde bike.

Bi taybet dixwaze bi riya projeyên xizmetguzariyê bala welatiyên Kerkûkê bikşîne ser xwe.

Sefîrê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz di Cejna Qurbana 2018’an de dema hat serdana Kerkûkê û Kerkûk wek bajarê bav û bapîrên Tirkan bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button