BERXWEDANA LEYLA GUVEN LI DIJÎ TECRÎDÊ DEWAM DIKE

 

Berxwedana bi armanca şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kiriye dewam dike.

Ev berxwedanî di roja xwe ya 107’an de ye .

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven 8’ê Mijdara sala 2018’an li zindana Amedê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir..

Berxwedana Guven di roja xwe ya 107’an de dewam dike..

Tevî ku rewşa Guven her diçe xerab dibe jî, lê ev yek nabe astengî li pêşiya çalakiya wê û ti bandorê li ser biryara wê ya dewama çalakiyê nake.

Ev berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven destpêkir pêl bi pêl li zindanên dewleta Tirk, Hewlêr û gelek navendên Ewrûpayê belav bû…

Bi sedan siyasetvan li Amed, zindanên dewleta Tirk, Hewlêr û Ewrûpayê di çalakiya greva birçîbûnê de ne…

Tenê li zindanên Tirkiyê , zêdetirî 300 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne .

Leave a Reply

Back to top button