Balafirên nenas baregehên hêzên girêdayî Îranê yên li bajarê El-Bûkemal a Dêra Zorê bomebaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên nenas zêdeyî 10 êrîş li djiî baregehên hêzên Îranê yên li rojavayê bajarê El-Bûkemal ê Dêraozrê pêk anîn.
Berî niha dîsa heman dever hat topbarankirin, di encamê de 6 hêzên Îranî hatin kuştin.
14’ê vê mehê jî bargehên hêzên Îranê li Çolistana Mûhesen a Dêra Zorê hatin bombebarankirin.