Li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê êrîşeke çekdarî pêk hat, 3 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Li ser rêya Zewiya Meshek a girêdayê navçeya Bêcî, bombeyek bi erebeyeke Toyota ya sivîlan ve teqiya.
Dema ku hêzên ewlekariyê ji navenda polîsan a Meshek û komeke Heşid El-Şabî berê dan cihê teqînê hatin gulebarankirin.
Li gorî daxuyaniya şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Hikumetê ya Iraqê 2 polîs û endamekî Heşd El-Şabî hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.