Idlib..Artêşa Tirk 60 maşîneyên din ên leşkerî derbasî herêmê kirin

Artêşa Tirk a dagirker şandina hêzên xwe bo Idllibê zêde kiriye, herî dawî 60 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, 3 kerwanên leşkerî yên dewleta Tirk di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, ev kerwan ji 60 maşîneyên leşkerî û lojistî pêk dihat ber bi nuqteyên artîşa Tirk ve çûn.

Bi berdewamiya derbaskirina kerwanên leşkerî ve, heya niha hezar û 835 maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî herêmê bûne.

Back to top button