Balafirên artêşa Israîlê berbanga îro nuqteyên Tevgera Hemas li Xezzayê bombebaran kir.
Li gorî agahiyan, balafirên Israîlê 5 nuqteyên Hema li Xezzayê bombebaran kir û di encamê de, zirarên madî çêbûn.
Artêşa Israîlê her wiha bi giranî nuqteyeke Keta’b El-Qesam a beşê leşkerî di Tevgera Hemas li Rojavayê Xezzayê û hin nuqteyên Hemas li Rojholat jî topbaran kir.
Artêşa Israîlê berî niha ragihadibû ku hin mûşek ji Xezzayê ber bi kombûnên Israîliyan ve hatine berdan.