DAIŞ..8 leşkerên Nîjerî hatin kuştin

Di kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de li Bakurê Rojhilatê Nîjeryayê, 8 leşkerên Nîjerî hatin kuştin.

Duh çeteyên DAIŞ’ê li gundê Koymîtî ya wîlayeta Borno li dijî kerwanekî leşkerî êrîşek pêk anî.

Koma bi navê wîlayeta rojavayê Afrîka ya girêdayî DAIŞ’ê, bi mûşekan leşkerên Nîjerî armanc kirin.

Di kemîna çeteyan de, 7 leşkerên Nîjerî û endamekî alîgirê hikumetê hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku çeteyên wîlayeta rojavayê Afrîka sala 2016’an ji nava koma Boko Heram vekişiya bû.

Back to top button