
Zanîngeha Kobanê ji ber qedexeya derketina; careke din bi rêya sîstema onlinê perwerdeya xwe dewam dike.
Cîgirê Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim diyar kir ku rêveberiya zanîngehê, xwendekar û mamoste li ser bernameya onlinê, perwerde kirin.
Şervan Muslim anî ziman ku bi rêya bernameyên taybet her mamosteyek çavdêriya xwendekarê xwe dike û her hefte bi xwendekarên xwe re diaxivin û li pirsgirêkên wan guhdarî dikin, da ku çareser bikin.
Li gorî cîgirê hevserokê Zanîngehê, perwerde vê carê ji cara yekemîn baştir dimeşe û encamên baş têne bidestxistin.
Jiwe, Desteya Tenduristiyê ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê li herêma Firatê qedexeya giştî ragihandibû.