Kongera Star a Dêrikê: Ji bo piştgiriya jinan dest bi çandiniya genim û sebzeyan kir

Kongreya Star a Dêrikê bi armanca piştgiriya aboriya jinan dest bi çandina genim û Sebzeyan kir.

Çavdêriya projeyê Wecîha Temo diyar kir ku Kongreya Star ji bo peydakirina derfetên kar ji malbatên gundên Dêrikê re, bi vê gavê rabû.

Wecîha Temo destnîşan kir ku Kongrê ji endamên xwe re 15 hêktar ji bo çandina genim û 15 hêktar ji bo çandiniya sebzeyên mewsimî re diyar kir.

Li gorî Çavdêriya projeyê, bi rêya van projeyan pêdiviya sûkê ji sebze û hwd ji berhema herêmê ya mewsima borî, peyda dibe.

Beşdareke projeyê ya bi navê Ayşe Xalid jî anî zimanî ku Kongreya Star a Dêrikê alîkariya jinan dike da ku pêdiviyên xwe peyda bikin.

Back to top button