ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 94’AN DE YE

Li başurê Kurdistanê berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz û endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok dewam dikin.

Berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 94’an de ye.

Li gorî bijîşkan rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe.

Nêrîna çavên wî kêm dibin, serê wî diêşe, her wiha dilê wî baş lênade.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROJA 34’AN DE YE

Her wiha endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok jî bi heman armancê çalakiya xwe didomîne.

Çalakiya Fadîle Tok ku li Wargeha Mexmurê daye destêkirin, di roja 34 an de ye.

Pirsgirêkên tendûristiyê yên Fadîle Tok jî derketine lê di çalakiya xwe de bi israr e.

Li gorî bijîşkan pirsgirêkên Fadîla yên wekî tansiyon, gêjbûn û bêtaqetiyê destpê kirine.

Leave a Reply

Back to top button