Birîndarên şer ên Reqayê: Em ê li berxwe bidin

Tevî ku birîndar in jî lê dîsa di berxwedanê de bi vîn û îsrar in. Birîndarên şer ên Reqayê destnîşan kir ku armanca wan parastina welet bû û ew ê her li ser vê armancê bin, li ber xwe dan û her li ber xwe bidin.”

Birîndarên şer ên bajarê Reqayê duh bi diruşmeya “Birîndarên şer evîndarên welatê xwe ne”, konferansa damezirandina Komeleya Parêzvanên Reqayê li dar xistin.

Têkildarî mijarê, birîndarên şer diyar kir ku di berxwedan û têkoşîna xwe de berdewam in.

Şervanê QSDê Nîdal Elî anî ziman ku tevî birîndariya xwe jî niha ew bi rêya xebatên xwe yên di saziyên sivîl û leşkerî de li herêmê berxwedana xwe berdewam dikin.

Elî bi vîneke xuer dibêje:

“Ev xebata ku em dimeşînin berxwedan e. Birîndariya me nayê wê wateyê ku em nikarin bixebitin.

Em bang li endamên komeleyên ji bo gaziyên şer hatine avakirin dikin ku piştevaniya gaziyan bikin.”

Gaziyê şer Abdullah Yasir jî da zanîn ku komîteya amadekar di konferansê de soz da ku dê piştevaniya tenduristî ji tevahî birîndaran re pêşkêş bike û hêvî kir ku soz werin bicihanîn da ku rewşa wan a tenduristî baş bibe.

Şervanekî din ê bi navê Emced Îsa îşaret bi bendeke rêziknameyê kir ku ew jî avakirina navendên perwerdehî û pîşeyî ye ku armanca wê piştevaniya madî û manewî ya gaziyan e û got:

“Vê benda komeleyê bawerî da me û em hêvî dikin ku ev biryar di nêztirîn dem de pêk were.

Dema ku em tevlî QSDê bûn armanca me parastina welat bû û hîna jî em li ser wê armancê ne.”

Back to top button