Salim Şebeş li beramberî dayîna mala xwe ji çeteyan re hate berdan

Li Serê kaniyê ya dagirkirî çeteyan jiyan li şêniyan kiriye dojeh. Salim Şebeş ê ji Serê kaniyê salekê di girtîgehên çeteyan de girtî ma û bi awayekî hovane hat êşkencekirin. Salim ji bo were berdan neçar tê hiştin ku mala xwe ji çeteyan re bihêle û careke din derbasî Serê kaniyê nebe.

Roj derbas nabe û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên li Sêrê Kaniyê û Girê Spî pêk nayê.

Li wan herêmên navborê ji ber sûc û kirinên çeteyên rengê jiyanê nemaye, hema bêje li ser serê sivîlan bûye dojeh.

Şênî li wir ji ber kuştin û revandinê li rêya xelasiyê digerin û terka mala û milkê xwe dikin.

Yek ji van şêniyan jî Salim Şeşber ê 50’î salî ji Serêkaniyê ye.

Selim piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, neçarî koçberiyê dimîne.

Piştî 15 rojan ji dagirkeriyê vedigere mala xwe, da ku hin kelûpelên malê bîne, lê piştî 2 rojan ji aliyê çeteyan ve tê girtin.

Selim salekê di girtîgehên çeteyan de dimîne û li beramberî hiştina mala xwe ji çeteyan re tê berdan.

Salim Şeşber niha bi malbata xwe re li kampa Serê kaniyê dimîne û rewşên jiyanî yên dijwar derbas dike.

Koçber Salim wiha behsa hovîtî û îşkenceya çeteyan di girtîgehê de dike:

Heta bi jinan di girtîgehê de bûn.

Salek ji temenê min di girtîgehê de derbas bû mîna 10 salan bû..

Bi awayekî hovane îşkence li min kirin. Ji wê zêdetir heqaret li min dikirin.

Di girtîgeha çeteyan de êşkenc û lêdan gihştiye lûtkeya jor.

Ji ber tundiya îşkenceyê, gelek girtî li ser destê çeteyan hatin kuştin û min ev yek bi çavên xwe dît.

Şeşber destnîşan kir ku gelek komên çete gitîgehên li Serê kaniyê kontrol in, û biryar û qanûn ji aliyê istîxbaratên Tirk ve têne derxistin.

02.36-02.54

Çeteyan ji me dixwest ku agahiyan li ser bajêr û şêniyên wê yên di Rêveberiya Xweser de dixebitin bidin wan, da ku tiştên mayî ji malên wan bidizin û desteser bikin.

Koçber Salim Şeşber bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Serê kaniyê derxin, da ku şênî li malên xwe vegerin.

Back to top button