Kurdiyae Dirêî: Daxwazên ENKS’ê ,daxwazên dewleta Tirk e

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku ENKS’ê bi serdana xwe ji Tirkiye re dijminahiya hewldanên yekitiya kurdî dike.

Kurdiyar Dirêî diyar kir ku serdana ENKS’ê ji Tirkiyê re, ji bo eşkerekirina naveroka danûstandinên girêdayî yekitiya kurdî bû.

Dirêî destnîşan kir ku daxwazên ENKS`ê yên rakirina zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê, daxwazên dewleta Tirk in.

Kurdiyar Dirêî tekez kir “Divê ENKS`ê ji dewleta Tirk dûr bikeve ji ber dewleteke faşîst û dijminahiya gelê Kurd dike.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî di dawiyê de, girêdana ENKS`ê bi dewleta Tirk a dagirker re, bi şaştiya herî mezin bi nav kir.

Back to top button