HPG: Gerîla li yekîneya veşartî xist; dagirkerek hat kuştin

Artêşa Tirk ya dagirker li Heftenînê ji ber çalakiyên gerîla windahiyên mezin dide.
HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li yekîneyeke veşartî ya dagirkeran xistine û di encamê de herî kêm dagirkerek hatiye kuştin.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiya li Girê Xantûrê ku di encamê de 6 leşkerên Tirk hatibûn kuştin, weşand.

Dewleta Tirk ya dagirker ku rojane êrîşî başûrê Kurdistanê dike ji ber çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwe. Gerîlayan li Heftenînê li artêşa dagirker xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de hêzên gerîla 21’ê Mijdarê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, bi yekîneyeke dagirkeran e veşartî hesiyan ku li Girê Sûîqestê tevdigeriya.

HPG’ê da zanîn hêzên gerîla piştî ku demekê ev yekîneya veşartî şopand, derbên giran lê dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûn.

HPG’ê derbarê êrîşên hewayî de jî diyar kir 19’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Sêdarê yê herêma Garê barandin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xantûrê weşand

Li aliyê din Gerîla TV dîmenê çalakiya 1’ê Mijdarê ya li qada Xantûrê ku di encamê de 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatibûn kuştin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de roja 1’ê Mijdarê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, li dijî dagirkerê li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin. Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê li hev civiyan, li wan hate xistin. Di encama çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermandarê li ser gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin.”

Back to top button