Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê: Yekîtî ji me re pêwîst e

Endamên Meclisa Dayîkên Aşîtiyê yên Mêrdînê bi daxuyaniyeke girseyî hevkariya PDK’yê bi dewleta Tirk re şermezar kirin. Dayikan bi daxwaza aşîtiyê laçikên xwe yên spî avêtin erdê.

Daxuyanî li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk ya Gelan HDP’ê bi tevîlbûna dayîkên aşitiyê yên ku ji hemû navçeyan, parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad TJA’ê hat dayîn.

Li ser navê dayikan Dayika Aşitiyê Helîme Kaya axivî.

Helîme bal kişand ser kirinên PDK’ê û diyar kir ku dijmin planan li dijî kurdan datîne û PDK’ê jî planan bi cih tîne.

Helîme got:

Dijminê gelê kurd nabe dostê PDK’ê.

Em weke endamên Meclisa Dayîkên Aşîtiyê vî şerî naxwazin.

Em hêvîdar in ku PDK şiyar bibe û şerê navxweyî rawestîne. Lewra pêwîstiya me kurdan bi yekîtiyê heye.

Dayîkên Aşitiyê piştî daxuyaniyê laçikên xwe yên spî avêtin erdê û diruşmên “Dayik Şer Naxwazin” berz kirin.

Back to top button